Cînavkên Dîrokê: Hevpeyvînek bi Enzo Traverso re

Bi Pirsên Sakiru Adebayo

Ji Inglîsî: Hatice Kılıç

Resm: İmam Maleki

Enzo Traverso’yê Îtalî yek ji wan mejûyên rexnegir e ku li ser dîrokê kûr dibe. Nexasim li ser dîrok û dîroknivîsandina Ewrûpî. Di piraniya xebatên wî de kakilê pirsa wî ew e ku gelo li dijî modernîteya heyî civak û teheyûleke nû mumkûn e? An jî bi kurt û kurmancî, gelo “şoreş” mumkûn e? Li dû vê pirsê, li ser cure û derfetên nivîsandina dîrokê difikire. Van salên dawî, li hemberî paradîgmaya “dîroka objektîv”, li Amerîka û Ewrûpayê raperîna “dîroka subjektîv” dest pê kiriye. Traverso, ku niha li Zanîngeha Cornnell’ê de prof e, par li ser vê mijarê pirtûkek nivîsand: Rabirdûyên Tekane: Di Dîroknivîsiyê de “Ez”.* Traverso pirtûka xwe de hêz û qelsiya dîroknivîsiya subjektîv ji hev dibişkivîne. Li gorî wî, dîroknasên subjektîvîst qaşo dixwazin guh bidin kesayetiyên ku di dîroka “objektîv” de ji bîr çûne, yanê guh bidin dengê aktorên tekane [singular, tekil], guh bidin dengê dilê wan, lê bi xwe dibin lehengên pirtûkên xwe û dengê jibîrçûyiyan difetisînin. Di hevpeyvîna jêr de Sakiru Adebayo li ser vê pirtûkê, Traverso dide ber pirsan. Adebayo di zanîngeha British Columbia-Okanagan’ê de li ser ziman, bîranîn, çand û Afrîkaya postkoloniyal dixebite. Li jêr, dor pirsekê destar badide: Gelo dîrok divê çawa bê nivîsandin?  (H. K.)

***

Sakiru Adebayo: Ka em ji navê pirtûka te dest pê bikin, Rabirdûyên Tekane. Tekanebûna rabirdûyê tê çi maneyê û çawa bi geşedana dîroknivîsiya subjektîvîst re tê girêdan?  

Enzo Traverso: Ev mijareke kevn û gelemşeyî ye ku di dîroknivîsiyê de her car ji nû ve peyda dibe. Hemû bûyer bêguman tekane ne, lê hetanî di nav konteksteke firehtir a dîrokî de neyên nivîsandin nayên fehmkirin, ku di wê kontekstê de tekanebûna wan analojî û dûbarekirinan radixe ber me. Exleb tiştê nedîtî tevlîhevbûna awarte ya bûyeran e ku li hin welat û parzemînan mewcûd in an jî berê wextan qewimîne. Li gorî min tekanetiyên “mutleq” -yanê bûyerên ku ne li bendê yî, ne dikarî bidî ber hev, ne tên dubarekirin – esas aîdê warê bîranînê ne, ne aîdê qada tefsîrkirina dîrokê. Jiyana me dibe ku ji kokê ve û heta hetayê bi destê bextewariyê, trajediyê an trawmayê biguhere, ew bextewarî û trawmayên heçku yekta û bê muqayese ne. Lê divê zanyar hay jê hebin ku tekanetiyên wiha îzafî ne. Muqayesekirina wan dibe ku karekî hesas, nearam û dijwar be, lê hîn jî ev yekane rê ye bo lêkolîna dîrokî. Dîroknivîsandina nû ya “subjektîvîst” ku di pirtûka xwe de bi rexneyî lê kûr dibim, dike ku sînorê navbera tekanebûna îdraq, derûnî û hestên şexsî û zelalbûna dîrokê bi temamî şêlû bike, ku bi zelalbûna xwe dîrok şexsan kaşê nav dîmeneke berfirehtir dike, li wir şexs ne tenê ne, bi aktorên rabirdûyê re têkildar in û bivê nevê wenda dibin. Helbet ez nabêjim em hest û derûniyê bavên pişt guhê xwe, ku rêz û fehmkirin li wan divê, lê ev dîroknivîsiya “subjektîvîst” pirî caran guh nade pirdengiya rabirdûyê, vedikişe nava monologa kesek an çend kesan. Asoya wê bisînor e, xwe li gorî subjektîviya çend kesan, heta ya dîroknas bi xwe teng dike.  

SA: Çima “cînavkên dîrokê” evqas muhîm in? Yanê qala deng dikim, dengê ku dîrok pê tê nivîsandin -hezkî bila dengê kesê yekem an sêyem be, tekane an pirane be, hezkî bila dengê nêr an mê, an dengê cînavkên bêzayend be. Li ser nivîsandin, belavbûn, pejirandin û qedandina zanîna dîrokî çi daxiliya van cînavkan heye?

ET: Pênasekirin û şirovekirina pirdengiya rabirdûyê tê maneya bazdana ji ser asoya bisînor a meriv bi xwe. Ev hewldana întellektî hewceyî hin tedbîran e, yek ji wan tedbîran şêwaza neşexsî ya nivîsandinê ye ku di piraniya xebatên dîroknasiyê de heye. Heqet jî, ji qonaxên antîk heta îro dîrok bi devê kesê sêyem hatiye nivîsandin. Helbet ev qaîdeya asan, bo “objektîviyê” temînateke bi rîsk e, lê dîsa jî nêrîneke “gerdûnîparêz” tesdîq dike ku qene heta niha bûye serekaniya avakirina zanîna dîrokî.  

Di pirtûka min de destpêk ev rastiya zelal e ku (beriya min zanyarên wek Jeremy Popkin dîtibû) van salên dawî hejmara otobiyografiyên dîroknasan gelekî zêde bûne. Ev hişareta sekneke nû ye ku di meseleya objektîvbûna zanîna dîrokî de dev ji xapandinên pozîtîvîst berdidin û di ser xwe de ditewin. Dîroknas ne çavdêrên “bêalî” ne, hema eşkere xwedî subjektîviyê ne ku ji toreke pir tevlîhev pêk tê, ji tora neteweyî, zayendî, çînî, olî, nijadî, etnik û nasnameyên polîtîk, çandên mîrat, qalibên psîkolojîk û serpêhatiyên ku dirûv dide şewaza nivîsandina rabirdûyê. Divê hay ji vê paşzemînê hebin, hay ji subjektîviya ku bivê nevê daxilî xebatên wan bûye. Lê nivîsandina dîrokê kapasîteya bi serî derketina xwe bi xwe re dixwaze (tew bêyî înkarkirina wê), dûrahiyeke rexneyî dixwaze di navbera objeyên lêkolîna xwe û subjektîviya xwe. Wezîfeya wan girêdayiyê guhdarîkirin û fehmkirina dengên rabirdûyê ye -tu dibêjî “cînavkên dîrokê” – lê nivîsandina ji devê kesê sêyem tê maneya teqez ne eşkerekirina “cînavkê” xwe. Li gorî dîroknasên subjektîvîst ên ku bi devê kesê yekem dinivîsin, nivîsandina dîrokê terîfkirin û wergerandina dengên rabirdûyê nîn e, a rasttir, avakirina cureyeke diyaloga piştî mirinê ye di navbera subjektîviya xwe û ya aktorên rabirdûyê de. Ev “rabirdûyeke tekane” diafirîne: Ji keşfkirin û hînbûna dîrokê pir zêdetir xwendevan gav diavêje cîhana subjektîv a nivîskar, ew nivîskarê/a ku ji bo wan dinivîse. Gava zanyar pirtûkeke dîrokî dinivîsin exleb hewl didin ku hin pirsên adetî bibersivînin: kengê, kî, çawa û dawiyê de çima. Dîroknasên subjektîvîst xuya ye ku pirsên cuda dibersivînin: Ez kî me? Çima bi vê bûyer an kesê rabûrdiyê re eleqedar im? Çima bandora vê bûyerê li min kûr û dûr e? Gava rabirdûyê keşf dikim çi hest li min radibin? Bi vê rêyê rabirdû dibe serboriyeke subjektîv, dibe tiştekî aîdê warê şexsî ne aîdê hişmendiyeke hevpar a dîrokî.

SA: Gava cara ewil çavê min li pirtûka te ket, min got qey yek ji wan pirtûkan e ku li ser xelaya objektîviyê dilorîne û wesfa xebatên dîroknivîsiyê ku ji devê kesê yekem derketine rexne dike. Lê bi kêfxweşî heyirîm ku pirtûka te dibêje her çiqas dîroknivîsiya subjektîvîst xeletiyên zêde bihewîne jî, ev hêzek e ku hewce ye dîroknasên adetî wê daynîn ber xwe û êdî kes nikaribe jê re bêje “ne ciddî” an “hîlebaz” û bavêje pişt guhê xwe. Wekî te li jor qal kir, hezkî bila ji devê kesê sêyem hatibe nivîsandin dîroknivîsî ji parzûna subjektîviya dîroknas re derbas dibe. Ji ber vê, madem îddiaya bêalîbûn an objektîvbûna “dîroknivîsiya zanistî” xapandin e û dîroknivîsiya subjektîvîst jî “ne hewce ye bibe baştirîn alternatif li dij îstismar û xitimandinên pozîtîvîzmê” (80), îca rêbaza îdeal çi ye bo dîroknivîsiyê?

ET: Tu mafdar î ku tiliya xwe didî ser vê babetê, erê li hemberî êrîşên zanyarên nûparêz pirtûka min ne ji bo parastina dîroknivîsiya kevn hatiye nivîsandin.  Ez ne “nobedarê perestgehê” me û ne jî girêdayiyê ekolekê me. Heta ku nafikirim rêbazeke “îdeal” mumkûn e bo dîroknivîsandinê. A zêdetir, ez ji dil qanî me ku zanîna dîrokî pirbûna rêbazan dixwaze, û qanî me ku ev pircelebî ji hemû rêbazan re kêrhatî ye. Ji bo ku armanca pirtûka min xelet neyê fehmkirin min mexsûs beşeke taybet spart bo berterefkirina xapandina pozîtîvîst a derheqê qalkirina “bêalî”ya (Wertfrei) rabirdûyê.  

Piştî şer dîroknivîsiya Almanî yek ji wan mînakên herî zimanxweş ê dudeviyê ye ku pirî caran bi vê xapandinê hat hûnandin: Li ser navê “objektîvbûnê” gelek ji endamên berê yên Ciwanên Hitler -yanê ewên ku li Munîhê Enstitûya Dîroka Modern ava kirin – hemkarên xwe yên Cihû bi “subjektîvbûnê” sûcdar kirin û qaşo rabirdûyê bi rêyeke “objektîv”, “zanistî” û “notr” ji nû ve ava dikirin lê li paş rûpoşên xwe bo Almaniya Naziyan teswîreke lêborînxwaz xêz kirin. Balkêş e ku îro em dibînin gelek dîroknasên Alman heman rexneyê li hemkarên xwe yên post-koloniyal dikin, yên ku “rojeva wan a polîtîk” dibe asteng û zerar dide kapasîteya wan a nirxandina dîrokî. (Êrîşa li ser Dirk Moses bînin bîra xwe, ew zanyarê meşhur ku li ser Holoucaust û qirkirinên koloniyal dixebite, ewê ku min derheqê de nivîsî). Wekî min got, nivîsandina ji devê kesê sêyem ne temînatek e li dijî subjektîvîzmê. A rastî ez, li hemberî helwesteke zêde subjektîvîst a ku xwe bi derewa li pişt objektîvbûn û bêalîbûna qaşo “zanistî” veşartiye, subjektîvîzmeke eşkere tercîh dikim.

Gelek celebên subjektîvîzmê hene. Ez ji devê kesê yekem nanivîsim -qene di pîrtûkên dîrokî de nanivîsim- lê heta dîroknasên “subjektîvîst” di warê zanista xwe de pêdiviyên bingehîn bînin cîh ez meşrûiyeta wan înkar nakim (nexasim, di bikaranîna çavkaniyan de baldarî û rêzgirtin bo delîlên heqîqî). Bi tenê, min bala xwe dayê ku ev helwest -heta tu bêjî kêfa meriv jî bîne- bivê nevê dîmena dîrokî teng dike. Di pirtûka xwe de ez balê dikişînim ser peymana navbera rêbaza subjektîvîst û pratîka “mîkrodîrok”ê, ew pratîka ku ewil ji hûrgiliyekê dest pê dike, paşê hey diçe jê dûr dikeve heta ku ji dîmeneke dorfirehî re pacê veke û wê hûrgiliyê berfirehtir  bike. Wekî ku Siegfried Kracauer di cîh de diyar kir, mejûyê dîrokî di navbera wênekêşiya dûr û nêzîk de tim “lîstika pîvangê” ye. Li gorî çavdêriya min, nivîsandina dîrokê ya bi devê kesê yekem, mêzekirina ji perspektîveke xerab e li rabirdûyê, wek çavkutandina çavdêrekî mîyop ku mecbûr maye rastiyan, objeyan û mirovan pir nêzîk de bîne û lê hûr bibe. Ev rêbaz hestan û derûniyan zeft dike lê mixabin konteksta wan îhmal dike.

SA: Di beşa “Gotara ser Rêbazê” de tu dûbarekirina tîpolojiyên “Ez”ên dîroknasê Fransî Ivan Jablonkayê binxêz dikî (“Ez”a rewşê, “Ez”a rêbazê, “Ez”a hestiyariyê/hesasiyê) ku di şêwaza nû ya ego-dîroknivîsiyê de heye. Di vê oto-dîroknivîsiyê de ferqên navbera “Ez”a rewşê, rêzabê û hestiyariyê çi ne?  

ET: Ev Ivan Jablonkayê ku di nivîsandina dîrokê de helwesta subjektîvîst mîna yek ji wan rêyên îdeal teorîze dike, tîpolojiyek damezirand ku li wir “Ez”a dîroknas bi sê aliyên cuda ve belav dibe: “Ez”a “rewşê”, nivîskaran dixe konteksteke ku tê de dibin xwedî nasnameyên civakî, çandî û heta belkî siyasî. “Ez”a “rêbazê” şêwaza nivîskar, çavkaniyên wê/wî û prosesa lêkolînê eşkere dike. “Ez”a “hestiyariyê” bêyî ku veşêre hestên dema lêkolînê li dîroknas rabûne dide der. Bi rêya vê bilêvkirina piralî “Ez” dibe cureyeke alava çîrokbêjiyê. Bêşik ev şêwaz nûparêz e û encamên wê exleb balkêş in. Zanyarên subjektîvîst têkiliyeke nû keşf kirin bi rabirdûyê re ku kelecan û afirîner e û helbet ji vegotinên ser şirîta dîroknivîsiya kevn pirtir bêhna meriv pê dertê. Wekî pirsgirêk ne di qalîteya şêwaza wan de ye lê di encamên lêkolînên wan de ye, ew encamên ku balkêş in lê nikarin ji sînorên çavkutandina mîyopekê/î derbas bin. Gelek caran xebatên wan di vegotinê de çiqas direxşan bin di hişmendiyê de ewqas qels in. Cîhana hiş û hestên nivîskarên xwe bi hêzdarî ronî dikin lê rewşeniyeke wiha, rabirdûya qaşo dihat şirovekirin di bin siya xwe de dihêle. Bo mînak, pirtûka Jablonkayê ya ku li ser kalikên xwe yên Polonî nivisiye meriv ser û bin dike. Lê bi xwendina vê pirtûkê em tiştekî nû derheqê Holocaustê hîn nabin. Şûna vê de, dîmeneke rontgenê tê ber me derheqê cîhana çand, hiş û derûniya dîroknasekî Cihû ku serê sedsala bîst û yekemin li Parîsê dijî. Zanyaran berê hewl didan ku subjektîviya xwe veşêrin, îro dikarin eşkere bikin, heta ku pêşkêş dikin. Ev subjektîvî ne tenê gengaz e, heman demê de xwedî palpişt e jî di mijarên ku -wek Holocaustê- tifaqeke zexm li dora wan hûnayî ye.   

SA: Ezheyranê xebatên Jablonkayî me, lê heman demê de tevlî rexneyên te jî dibim. Heqet dîrok dikare wek edebiyata modern bê hesibandin? Dibe ku cazîbeya dîroknivîsiya subjektîvîst di dîsiplînê de evqas hêz bigire? Di aliyê din de jî, dibe ku dijberiyên dîroknivîsiya subjektîvîst hişareta cureyeke tirsa dîsiplînî be ku bo hemû dîroknasan tirsa şikestina “peymana ehlaqî” dihewîne?

ET: Biharke tu mafdar î dibînî ku gelek îtirazên li dijî dîroknivîsiya subjektîvîst celebeke “tirsa dîsiplînî” ye. Ev tirs rewa ye, her çiqas li gorî min ev rewatî mafê paraztina reşkirina kesê yekem an “ego-dîroknivîsiyê” nebe jî. Gumandariya min ji ber arezûyeke redkirinê an şermezarkirinê nîn e. Ez kelecaniya ku van salên dawî li dor dîroknivîsiya nû pêk hatiye nahewînim lê îkaza min aforozkirin nîn e qet. Ger ku dixwazin rêçikên nû peyda bikin ser çavan. Bi tenê dibinim Jablonka û yên mîna wî, mînak Artiéres, piştî ku “Ez”ên xwe yên piralî pêşkêş dikin, dibin lehengên heqîqî yên pirtûkên xwe. Ev şêwaz dengê rabirdûyê difetisîne, dengê ku qaşo dixwazin ji gorê derxin û guh bidinê.

SA: Xuya ye ku demeke dirêj e dîroknas û romannûs hevdu kaş û berkaş dikin.  Dîroknas de’wa peydakirina rastiyên dîrokî (heqîqetên ku dikarin bên îspatkirin) dikin, romannûs jî de’wa peydakirina rastiyên derûniyê/hestiyariyê dikin (ew rastiyên ku îllim heqîqetên dîrokî red nakin lê wekî ku hin romannûs wê bêjin, ji heqîqetên dîrokî sehîhtir nebin jî ji wan qayîşoktir in.) Îca nebe ku peydabûna dîroknasa/ê romannûs cihêbûna navbera dîrokê û çîroka dîrokî şêlû bike? Gelo romannûsên romanên dîrokî û dîroknasên romannûs niha xwedî heman mîsyonê ne?

ET: Pirtûka min balê dikişîne ser lihevqelibîneke bi nakokî: Dîroknas gava bi devê kesê yekem nivîsandin aliyekî hestiyar bexşandin rabirdûyê, ew aliyê ku exleb tenê aîdê edebiyatê hatiye dîtin. Romannûs jî hey çûn pirtir serî bi dîrokê re xwarin, dev ji afirandina lehengên xeyalî berdan, li arşîvan kolan û çîrokên li dor rastiyên îspatkirî (ne tenê yên maqûl) nivîsandin. Bi peydabûna surprîz a kesên wek “dîroknasên romannûs” û “romannûsên dîrokî”, sînorên di navbera dîrok û edebiyatê de, navbera çîrokbêjî û zanyariyê de heqet jî niha şêlû bûye. Bi ya min ev nûgeriyeke pir bi kelecan e: Şêlûkirina sînoran him ji bo edebiyatê him ji bo dîrokê bi xêr û ber e. Lê dîsa jî ev guhertin ne bi temamî nû ye, a rastî helwesteke kevn eşkere dike. Bo mînak Mario Vargas Llosa, Jonathan Littell û Javier Cercas beriya ku pirî romanên xwe binivîsin bi berfirehî li arşîvan kolan, lê ew ne ewilîn romannûs in ku tehma qonaxên berê teswîr dikin an divejînin. Teheyûla me ya Şerên Napolyonî bi lehengên romanên Tolstoy û Stendal ve girêdayî ye. Bereksê vê dîroknasên berceste yên wek Jules Michelet, Isaac Deutscher an jî yên nêziktirê me wek Saul Friedländer hewce nekirin bi devê kesê yekem binivîsin bo dîmeneke edebî bidin freskên xwe yên dîrokî.

Ev têkiliya nû ya sîmbiyotîk di navbera dîrok û edebiyatê de meriv sermest dike. Kes nikare li dîroknasan gazin bike çima ku şêwaza xwe ya edebî pêşve dixin û pirtûkên xwe qasî pirtûkên edebî dikin pirxwende û dilkêş. Û heman demê de ne rast e romannûs bên sûcdarkirin çima ku pişta çîrokên xwe didin lêkolînên berfireh û bihûrgilî yên arşîvî bo leheng û mijarên xwe bikin sehîhtir. Lê dîroknas û romannûs çiqas nêzîk bin û çiqas li hev bên bila bên ev têkiliya wan a sîmbiyotîk hemû cudahiyan ji holê ranake. Dîrok û çîrok ne heman tişt in û nakevin şuna hevdu jî. Dikarin li hev bikin lê her du jî hukma qeyd û bendên xwe dikin û xwedî armancên xwe ne ku qet yek jî ne mîna hev in. Edebiyata berceste ne hewce ye bibe gotara rexneyî ya rabirdûyê û nabe ku dîroknivîsî were ser çêkirina resmê komediya mirovahiyê. Tiştê ku em ji dîrokê dixwazin ronîkirina têkiliyên civakî, berjewendiyên aborî, qalibên çandî, şerên siyasî, adetên ehlaqî û çandî, motivasyon û hişmendiyên li paş tevgerên mirovahiyê ye. Edebiyat -fîlm jî tê de- dikare hestiyariyê bêhtir neql bike ku ev hestiyarî aliyekî din ê rabirdûyê ye û dikare vî tiştî bi afirandina leheng û diyalogan bike ku ev rê ji dîroknasan re qedexe ye. Bêşik ez ne hîyerarşiyekê di navbera edebiyat û dîrokê de saz dikim. Bi tenê dibêjim ku çiqas nêzîk û li hev alandî bin jî du tiştên ji hev cuda ne.

SA: Di pirtûkê de tu nîqaş dikî ku “vegera lînguîstîk têkiliya di navbera dîrok û edebiyatê de veguherand û kir ku bîranîn -a şexsî û kolektîv- li qada eşkere [public sphere-kamusal alan] were rastê, ev fenomenek e ku dîroknivîsiyê ji binî ve hejand” (139). Wek zanyarê li ser bîranînê dixebitim ez mereq dikim gelo li gorî te tesîra xebatên bîranînê çi ye li ser geşedana dîroknivîsiya subjektîvîst?

ET: Rast e, wisa dixuyê gelek ji xebatên dîroknasên subjektîvîst îdiaya Hayden White durust dikin ku dibêje gelek wekhevî hene di navbera dîrok û edebiyatê de. Di destpêka salên 1980yan de hemdemiyeke girîng heye nav peydabûna xebatên bîranînê û vegera lînguîstik, ku her du jî bûn navend bo xebatên zanistên civakî. Vegera lînguîstik li DYA’yê [USA] derket holê, xebatên bîranînê jî ewil li Ewrûpayê, nexasim li Fransayê avêt der. Lê her du helwest jî bi awayekî global dîmena întelektiyê êpê guherandin. Ji perspektîvên cuda, bo şirovekirina dîrokê roleke nû dan subjektîviyê – hezkî bila subjektîviya serpêhatiyan be an hezkî bila bi ziman û nasnameyên xwe piralîbûna kirdeyên dîrokê be. Ev heman demê de tê maneya hişyarbûna mînorîteyan a li qada eşkere, qada ku berê kategoriyên din -mesela kategoriya çînî- li navendê bûn lê paşve kişiyan. Wan çaxan li DYA’yê dewra “siyaseta nasnameyan” bû ku piştî bîst salan bi rabûna feminîzmê û bi têkoşîna Reşan dirûv girtibû, alîkî de jî bi şerê Vîetnamê ku teheyyûla bingehîn a Amerîkîbûnê ji binî ve hejandibû. Li Ewrûpayê jî dem bo xebatên derheqê Holocaust’ê bû, mijara qirqirina Cihûyan bi awayekî ezamet hat bû mijara navendî ya nîqaşên çandî û siyasî, ji Historikerstreit’a Almanî (1986) bigirin hetanî Shoah’a Claude Lanzmann’ê Fransî (1985) û The Drowned and the Saved’aPrimo Levis’ê Îtalî (1985). Ew bîranîna ku berê ji aliyê zanistên civakî ve hatibû îhmalkirin an ji bîrkirin hat li orta sehneyê rûnişt, bi destê zanyarên wek Pierre Nora û Yosef Haym Yerushalmi hat teorîzekirin. Him bîranîn him dîrok herdu jî temsîlkirina rabirdûyê ne lê ji hev cuda ne. Dîrok di navbera îro û rabirdûyê de navberekê, valahiyekê dihesibîne lê bîranîn bendeke hestiyariyê girê dide bi rabirdûyê re ku dixwaze dûrahiyê ji holê rake. Bîranîn dikare wek serpêhatiyê bê pênasekirin -wekî ku rabirdû di hişê hinekan de tê berhevkirin- an jî wek temsîlkirinê bê terîfkirin -yanê hemû fikr an şiklên ku em pê rabirdûyê difikirin an tesewur dikin – lê bîranîn her daîm di navbera xwe û dîrokê de bendeke hestiyariyê dihesibîne. Ez Pierre Norayê naşopînim, ew zanyarê gava di navbera dîrok û bîranînê de ferqeke ontolojik teorîze dike mefhûma “warên bîranînê” ji ber xwe dipekîne. Ji bo ku hertim bi dîrokê re têkiliyê de ye piranî hewl dide pirsan bibersivîne û xwesteka civakî ya bo agahiyê bîne cîh ku ev xwestek ji bîranîna kolektîv bilind dibe. Aliyê din de jî, bîranîn çiqas ji prîzmayeke subjektîv li rabirdûyê mêze bike ewqas ji dîrokê cihê dibe û bi min wisa dixuyê ku ev şerteke pêwîst e bo pêkhatina dîroknivîsiya subjektîvîst. Bi dehan salan şûn re, nivîsandina dîrokê ya bi devê kesê yekem hewl dide ku bi dîkotomiya dîrok û bîranînê re serî derxe. Dîroknasên subjektîvîst exleb hemû qaîdeyên adetî yên lêkolînên dîrokî tînin cîh -nexasim bikaranîna çavkaniyên arşîvê. Lê belê bi rêbazeke paralel van lêkolînan dixin formeke edebî, bi sîmûltanî terîf dikin ku di rabirdûyê de çi qewimiye û van qewimînan çawa ji nû ve damezirandine û bêyî ku veşêrin, di vê operasyona întelektî de hestên çawa li wan hasil bûne. Yanê him ev vegera lîngûîstîk him jî xebatên ser bîranînê gavên girîng in ber bi meşa dîroknivîsiyeke nû ya ji devê kesê yekem.

SA: Di pirtûkê de rave dikî ku nivîsandina bi çavê îro zanyaran çawa dikişîne nav warê mehremiyetê. Û him jî tu tînî bîr ku ev femonen ji pêşketina takekesiyê cuda nîn e ku yek ji wan mijarên sereke yên neolîberalîzmê ye. Bi gotineke din, nivîsandina bi çavê îro û takekesî, du taybetiyên neolîberalîzmê, hinek perbirsiyar in di pêşketina dîroknivîsiya subjektîvîst de. Lê dîsa jî tu îkaz dikî ku çerxa dîrokeke neoliberal nayê maneya ku wê teqez dîroknivîsiyeke subjektîvîst derxe holê. Eger dîroknivîsiyeke subjektîvîst, hinek be jî, şewqvedana qonaxa neoliberal be emê wê kengê û çawa wek dîroknivîsiya neolîberal nehesibînin?

ET: Neolîberalîzm medeniyetek e, an jî şikleke jiyanê ye ku girêdayiyê merheleyeke kapîtalîzmê ye. Divê wek rejîmeke siyasî neyê fehmkirin. Gelo bandor li nivîsandina dîrokê dike? Erê, ger ku helwestên neolîberal were maneya birêveberiya zanîngehan ku kaniya budçeyê bo beşên zanistên civakî dimiçiqînin. Lê neoliberalîzm nayê maneya dîmeneke resmî ya rabirdûyê ku ji çavên Îtaliya Faşîst, Almaniya Nazî an ji yên Sovyetan wisa dixuya. Li gorî qalkirina dîroknivîsiya neolîberal, tiştê ku ji bo medeniyet û pêşketinê dizîka diniçîne fînans e. Lê hîn jî ev nivîsandin di beşên dîroknasiyê de pir marjinal e. Niha, piraniya dîroknasên subjektîvîst tevlî rojeva neolîberal nabin. Bereksê vê piraniya wan çepgir in. Ez nivîsandina ji devê kesê yekem wek dîroknivîsiya neolîberal terîf nakim, bi tenê rave dikim ku ew aîdê qonaxa neolîberal e. Ne surprîzeke mezin e ku dewra civaka piyaseyê, takekesiyê, muteşebisiyê û rekabetê wek formên gerdûnî yên jiyanê diroknivîsiyeke ji devê kesê yekem derdixe holê. Bêyî paraztina nirxên neolîberal, dîroknasên subjektîvîst ji merceka takekesiyê li rabirdûyê dinihêrin. Hewl nadin ku kiryarên kolektîv ji nû ve ava bikin û guhê wan ji pirdengiya rabirdûyê re girtî ye. Dixwazin ku kesên jibîrçûyî rizgar bikin -exleb kesên anonîm an jî kesên ji malbat û pêşiyên xwe- û bi rêya pêşkêşkirina hestên xwe, dikevin ser kurm û kirasên wan. Dîroknivîsiya wan ne bêkêr e ne jî bê ehemmiyet e, dikare meriv sermest bike û dil bilerizîne, lê belê ev awêneyeke qonaxa takekesiyê ye, qonaxa paradîgmaya antropolojîk e ku bi destê neolîberalîzmê ketiye nav çanda me.

SA: Ez pir kêfxweş bûm ku te pirtûka xwe bi kişfa oto-dîroknivîsiya nav tradîsyona întelektî ya Reşan qedandiye, çimkî em dikarin gelek tiştan ji zanyarên Reş hîn bibin ku meriv çawa dikare xwe bi xêr û ber bike mijara lêkolînekê. Nexasim tehlîla te ya tenik li ser xebatên Saidiya Hartman bi min pir têr û tije bû. Ne tenê ji ber ku ez wan xebatan (Lose Your Mother û Wayward Lives) ji nû ve dixwînim û didim xwendin, di heman demê de ji ber ku te wan berheman wek mînakên bo dîroknivîsiya subjektîvîst daye ber me (her çiqas em nikaribin bêjin ku Hartman berhemên xwe wisa dibîne). Tu dibêjî Hartman ji sînorên dîroka subjektîvîst baz dide -û nakeve defikan- çimkî dibêjî nivîsa wê ne ku tenê çilekê derûniya xwe ye, lê rêyek e ji takekesiyê ber bi kolektîviyê re. Biharke ev ji pirsekê zêdetir erêkirina doza te ye ku dibêjî dîroknivîsiya subjektîvîst -herçend defikên wê yên veşartî hebin jî- dîroknivîsiyeke meşrû ye ku zanyarên wek Hartman piştrast dikin ku ev şêwaz di disîplîna Dîrokê de (bi tîpa mezin D) xwedî cîhek e. Te go erê?

ET: Te ruhê gotina dawî bêqusûr seh kiriye. Xebatên Hartmanê ji bo min pir biqîmet in, çimkî ew sentezeke ezamet derdixe holê navbera dîmeneke dîrokî ya berfireh (koletî û danûstandina koleyan) û subjektîviya aktorên wê dîmenê (êşa Reş û raperîna Reş, dor bi dor) û lêgerîna nasnameya xwe (lêgerîna bo kal û pîrên xwe, bo kokên xwe yên Efrîqî). Di xebatên Hartmanê de nivîsandina bi çavê îro ne asêbûna di dema “niha” de ye, a rasttir konteksteke din e ku tê de mîrateke tebelleş dikeve kirasê îro û bi têkoşînên wê re deng vedide. Bi vê nêrînê, Hartman li hembêrî girêhişkên Jablonkayî alternatîveke berhemdar e. Ji dîroknasê Fransî cudatir, ewê ku dengê wî dengê lehengên pirtûkên wî difetisîne, çîrokbêjiya Hartmanê dersek e ji bo dilnizmiyê, şagirtbûn e bo aîdiyeteke kolektîv û lêgerîna ciyekî tekane ye bo rêza koroyê. Dengê wê çiqas di nav dengê aktorên kolektîv de belav dibe ewqas resen û bedew dibe, aktorên ku hêzdar in çimkî ew dîroka wan dizane. Her çiqas bi rastî dîroknas nebe jî “nivîskareke antropolog” e, dikare bi devê kesê yekem dengekî gerdûnî vebêje. Ev berevajiyê vekişîna dîroknivîsiyê ye ber bi subjektivîya nivîskar ve.

***

*Singular Pasts: The “I” in Historiography, Columbia University Press, 2022.

Lînk bo teksta Inglîsî: https://jhiblog.org/2023/03/24/the-pronouns-of-history-an-interview-with-enzo-traverso/

“Cînavkên Dîrokê: Hevpeyvînek bi Enzo Traverso re” için 2 yorum

Yorum bırakın

WordPress.com ile böyle bir site tasarlayın
Başlayın