Di 2ê gulana 2020an de seat 23:00 (li gor seata Tirkiyê) Dr. A. Incekan bi Mucahid Bilici re li ser periskopê hevpeyvînekê pêkanî. Berî wê li ser twîterê jî diyar kir wê zimanê axaftina wan bi kurmancî be, û her wekî din, herhal ji bo ku hevpeyvîna wî bi pirsan qut nebe jî berî hevpeyvînê bi çend seatan daxwaza pirsan kir, ku mirov çi dixwazin ji Mucahit Bilici bipirsin. Min jî seta 16.55an de vê pirsê kir: “Pirsa min: Li gor têgeha wî ya “hemaliyê”, tirkî li ku derê bi cî dibe? Nivîsandina bi tirkî, romanên tirkî, çîrokên tirkî, gotarên bi tirkî, karên akademîk ên bi tirkî heya bi parvekirinên twîterê bi tirkî ji hêlan kurdan ve di wê çarçoveya hemaliyê de li ku bi cî dibe?”

Piştî qedandina gotûbêjê, dema cihê pirsan bû Dr. A. Inceken jî pirsan nexwend, lê belê bi şîroveya xwe neqil kir. Çawa ku pêşiyan gotine “gotin diçe, nivîs dimîne”, min jî xwest ez vê para pirsan ku bi çîroka min şexsî ve girêdayî di vê derê de bavêjim ser nivîsê.
Transkrîpsîyona 5 xulekên di navbera 50.55 û 55.50 de li jêr e:
“Dr. A. Incekan: Ferzan Şêr nivîsiye dibêje gelo mamoste li ser mefhûma, mecaza Hamal Kürt disekine, xebatên me wek hemaltiyê nîşan dide yên kurda yê ku di te ya Hamal Kürt de, gelo dibêje em bi zimanê tirkî dikin çi tweet çi kitêb bin hemaltiya ji tirkan nîne? Cewabek kurt.
Mucahit Bilici: Eviya yanî zahîren, heta ku bêjin fikirkî netewperwer xuya dike, lê fikirkî ku, yanî alî…eee..yanî tiştekî bêedeb e. Ez wisa bêjim. Çûnkî kurd jî bi tirkî diaxifin anka û em bêjin azadiya kurda ancax bi şikandina hukmê tirka ye. Ew jî tirkî jî lazim e. Ê tu bêjî, tu çima kurdî nanivîsînî, tu kurd î kurdî binivisîne, ê belkî ji destê min nayê, belkî ez tam nizanim. Yanî gere meriv hinekî edeba insanan be. Evana nexweşînê û em bêjin, yanî, em bêjin yanî hovtiyê neteweperweriyê ne. Ji wê bûnê ez kesekî netewperwerî nînim. Ez wî bêjim. Ez kesê heqperestiyê me. Yanî bi kurdî jî, bi tirkî jî, bi îngîlîzî jî dikarim heqiyê bibêjim. Ê ku ez kurd im, tu jî bêjî tu kurd î şerm bike, tu çima kurdî xeber nadî. Tu ji min re tiştekî wisa bêjî, hevalên min bî ji min re bêjê ez ê bêjim welle rast e, tiştekî xweş dibêjî. Eger muxatebê min bî, ji min re wisa bêjî, yekê ku bêedebî ye. Tiştekî xweş nîne.
Dr. A. Incekan: Rast dibêjî.
Mucahit Bilici: Yanî ez ji vî hevalî re nabêjim. Ji her kesî re dibêjim. Kesê ku wisa difikrin, gere li xwe bipirsin û bêjin ku yaw tiştekî ne xweş di viya de heye, tiştekî bê edeb heye di vê gotin û di vê ûsûlê de, di vê terza ku meriv. Belkî ez kurmancî nizanim. Hadê. Yanî tirkekî ku mudafa kurda bike tê êrîş bikî, tê bêjî çima kurdî nizanî. Tiştekî ecêb e li ber çavê min.
Dr. A. Incekan: Yanî…
Mucahit Bilici: Însanên ku hene, hine jî, pir însan jî hene, dibêjin yaw tu kî yî, em kurmancî baş dizanin gere em bibin, yanî gere heq û hiquqê kurdan em behs bikin. Ti kî yî dibê. Yanî ez wî jî fahm dikim, nefsa insanan carna aciz dibe dibêje yaw viya ji ku derket. Newisa, em çend sal e hezar sal e, em kurdperwer in, kurdî dinivîsin, ewka me jî nizane filan. Yanî çavên min li ti kesî, li miqam û ewkê kesî nîne. Ez heqîqat çi fahm dikim, ez wî dibêjim. Yanî, ez, tirk jî muxatabên min, tirk in jî, kurd in jî, miletên din in jî. Ferz nîne. Ez mehkûmê kurditiyê jî nîn im. Ez kurd im lê belê ez mehkûmê kurditiyê nîn im. Ê tu dixwazî ez bibim mehkûm. Welle ku mekûmiyeta kurditiyê be jî mehkûmetiya tirkîtiyê jî yek e li ber çavê min. Ez her duyan jî red dikim.Bi vî awayî fikra min û fikra neteweperseriyê ji hev cuda dibe, em ji hev diqetin. Çunkî li ber çavê min huriyeta insan, vijdan û izeta, nefsa insan ji her netewê, her çand û kûltûr û nasnameyê rûmettir û bilindtir e. Ji wê bûnê gere ez wî ez her gav mudafa bikim. Qisûrê nenêre dirêj bû, lê anka bû wesile çûnkî tiştên wisa min pirr seh kiriye berê.
Dr. A. Incekan: Li ser medyaya sosyal, min pirsa te birî mamoste li qisûrê nenêre, ev tişt gelek tê qisedan, bi zimanekî ne xweş, yanî em bibêjin, ez dibînim hin insan hene bi almanî dizanin, îngîlîz dizanin fransî dizanin dixwazim merama xwe bi van zimanan jî îfade bikin.hmmm. Ev meseleyek tevlîhev e. Lê ûslûba ku di medyayê de, medya sosyal de kurd li ser disekinin meriv, hinekî heqerat dikin li meriv.
Mucahit Bilici: Yanî ez bi wî aciz dibim binêre, xweş bêjî mamoste ya kurdî bêje daha kêfa me tê, ew çax mesûlîyet, hesta min û mesuliyetê çêdibe. Ez wê çax hurmet dikim, dibêm welle rast e. Ama ku, tu werî ku, firsat, pêlkî lêxim, yan jî…ev tiştekî edebî nîne. Çunkû xaya min û ewkê nîne, têkiliya min bi insana re bi kesî re ewk nakim. Belê, hewce nîne pir zêde bêjin.”
Têbinî:
Tevî zanîna xwe mirov bi helwest, sekn û şêwaza xwe ve kirasê xwe yê mirovbûnê, şexsî û nasnameyê didirû lewma jî min hewcehî nedît li ser van gotinên Bilici tiştekî binivîsim. Lê wekî karekî bîrmendî, bîr û dîrokê min xwest bila ev hevpeyvîn wenda nebe. Lê kesên ku di mijara tercîha ziman û fikirînê de bixwazin fikrên min jî fêr bibin, bê kana vê pirsê ji ku derket, dikarin nivîseka min a li ser Hamid Dabashi nivîsandibû bixwînin: “Bihara Ereban û Zivistana Li Pey Dagirkeriyê” https://ferzaname.wordpress.com/2016/03/25/bihara-ereban-u-zivistana-li-pey-dagirkeriye/)
Her wekî din ji bo helwesteke rûspîyane û rewşenbîrane jî dikarin nivîsa Zinarê Xamo ya bi navê “Merivê alim gerek ne hêrsok be (http://zinarexamo.blogspot.com/2020/05/merive-alim-gerek-ne-hersok-be.html)” bixwînin. Lînka alternatîf: https://ferzaname.wordpress.com/2020/05/04/zinare-xamo-merive-alim-gerek-ne-hersok-be/
Ferzan di pirsa te de tu problemeke naxwiyê û tu hesteke êrîşkariyê jî nîn e. Pirsê berewajî kiriye û aniye ser “ez bi tirkî û zimaneke din neaxivim” Mesele ew e ku te têdegeheke derxistiye û li gor têgeha te ya “hamaliyê” karê te li ku disekine! Çima xwe ewqas acis kiriye nizanim.
Bi min mesele acisbûna wî hineke jî di dawiya axaftina wî de derdikeve. Ew cihê ku dibê “Yanî ez bi wî aciz dibim binêre, xweş bêjî mamoste ya kurdî bêje daha kêfa me tê, ew çax mesûlîyet, hesta min û mesuliyetê çêdibe. Ez wê çax hurmet dikim, dibêm welle rast e.” Dixwaze kesên pirsa xwe dikin “ji jêr de” bipirsin.
LikeLiked by 1 person